Dibistana Swêdî ya ji bo kesên nûhatî

skolverket.se

Perwerda salmezinan

Ji bo ciwanên salmezin

Broşûr daxîne

media/1201/sid-1_vuxenutbildning.jpg

Ji bo ciwanên salmezin gelek rêyên xwendinê hene

Kesên nû hatine Swêdê dikarin ji gelek derfetên sîstema dibistanan ya Swêdê îstîfade bikin. Ji bo zarokên hetanî temenê 15 salî erka çûndina dibistanê heye û ew li dibistana bingehî ya swêdî dixwînin. Lê gelo kesên 16 salî û mezintir ku nû hatine Swêdê ji bo tekamilî kirina perwerda xwe dikarin çi bikin? Li vir gelek rêyên cuda yên ji bo hilbijartina perwerdeya salmezinan hene. Li ser bingehê berpirsîyaiya xwe ya şopandina şagirdan şaredarî alîkarîya nirxandina zanebûn û tecrûbeyên her şagirdekî dike.

Ya girîng ew e ku mirov karekî peyda bike û gava xwe bavêje nav civaka swêdî. Ji bo vê yekê divê mirov bi armanca wergirtina mezûnîyeta dibistana bingehî û lîseyê wan ders û kursên nexwendine tekamilî bike. Ev derfetê dide ku tu karibî karekî peyda bikî, biçî dibistana perwerdeya pîşeyî yan jî xwendina xwe li dibistana bilind û zaningehê/unîversîteyê berdewam bikî.

Pêdivî cuda ne û mirov dikare li ser bingehê pêdivî û zirûfên her şagirdekî perwerde û kursên cuda kombîne bike. Planeke şexsî tê amadekirin û li wir gava yekemîn ew e ku tu bi rêya danasîna ziman (språkintroduktion) ya lîseyê yan jî swêdîya ji bo mihaciran (SFI) hînî zimanê swêdî bibî. Li kêleka vana, ji bo peydakirina kar yan jî domandina xwendinê gelek cureyên dibistanan hene. Weke qaîde, hemû van perwerdeyan bê pare û belaş in.

Li dibistanan û şaredarîyan dikarî di derbarê perwerde û bazara kar de ji Rêberek perwerde- û pîşeyê (Studie- och yrkesvägledaren) agahî wergirî.