Dibistana Swêdî ya ji bo kesên nûhatî

skolverket.se

Lîseya perwerdeya taybetî (Gymnasiesärskolan)

Ji bo ciwanên bi anomalîyên pêşkeftinî 16-20 salî

nyanlanda-gymnasiesarskola-01.jpg

Lîseya perwerdeya taybetî şiklekê dibistanê ya belaş û bi dilxwazî ye ku ciwanên bi anomalîyên pêşkeftinî dikarin piştî qedandina dibistana bingehî ya perwerdeya taybetî bixwînin. Lîseya perwerdeya taybetî ji programên netewî û yên şexsî pêk tê. 

Bi gîştî neh programên lîseyê yên netewî hene. Her programek 4 salan dajo û ji dersên hevbeş yên lîseya perwerdeya taybetî, dersên programên hevbeş, kûrxwendina programê û xebata lêkolînî ya lîseya perwerdeya taybetî pêk tê.

Programên netewî berî her tiştî hazirîya ji bo pîşeyek dikin. Programeke netewî herweha dikare weke perwerdeya çiraxîyê ya lîseyî jî were pêkanîn.

Programên şexsî ji bo wan şagirtan e ku nikarin li programeke netewî bixwînin. Her programek 4 sal dajo û ji qadên îxtîsasyê yên cuda pêk tên.

Qadên îxtîsasê ev in:

  • Xweza û jîngeh
  • Civak û mirov
  • Zanebûna mal û mesrefkaran
  • Ziman û komunîkasyon (danûstendin)
  • Spor û tendrûstî
  • Xebata estetîkî

Her weha praktîk jî dikare bibe beşek ji programa şexsî.

Kê/Kî diçe lîseya perwerdeya taybetî?

Lîseya perwerdeya taybetî berê xwe dide ciwanên navbera temenên 16-20 salî ku li cem wan anomalîyeke pêşkeftinî heye û wisa tê nirxandin ku ew nikarin xwe bigihînin hedefên lîseyê. Piştî bûyî 20 salî dikarî di perwerdeyeke xusûsî ji bo salmezinan re derbas bibî.

Nirxandin û not û qarnedayîn çawa dibe?

Şagirdên kurs dixwînin piştî dawîkirina her kursekî not werdigirin. Ji bo her kursekî şertên zanebûnan hene ku dide zanîn ka gerek e şagird çiqas tişt hîn bibe. Ji bo qadên îxtîsasê not nayê dayîn. Di şûna wê de nirxandineke zanebûnên şagird ya li gorî astên şertên hatine danîn tê kirin.

Skalayeke notan ya ji pênc dereceyan pêk tê A,B,C,D û E tê bikaranîn. A nota herî bilind û E ya herî nizim e. Heger şagird şertên ji bo E bicîh neyne wê demê not nayê dayîn.