Dibistana Swêdî ya ji bo kesên nûhatî

skolverket.se

Mala demên vala piştî dawîbûna roja dibistanê

Ji bo zarokên 6-13 salî

nyanlanda-grundskola-03.jpg

Mala demên vala çi ye?

Mala demên vala dibistanê temam dike û seranserê salê vekirîye. Armancên mala demên vala ew in ku ji alîyekê ve bi rêya destek û teşwîqkirina pêşkeftin û hîndekarîyê şertên baş yên mezinbûnê bide şagird û ji alîyê din ve jî derfetê bide dêûbavan ku li kêleka dêûbavîtîyê karibin kar bikin.

Li ser şaredarîyan ferz e ku hetanî zarokên dêûbavên wan kar dikin yan jî dixwînin re hetanî 13 salîya wan derfeta çûna mala demên vala bide. Herweha ev derfet gereke bê dayîn heger ku ji ber rewşeke din ya malbatê pêdivîyeke şagird bi xwe hebe.

Ji bo zarokên navbera 10 û 13 salî şaredarî dikare xebateke demên vala ya vekirî jî bimeşîne.

Mala demên vala ji bo zarokên navbera temenê 6 salî ta termîna buharê ya 13 salîya wan xebateke grûpî ya pedagojîk e. Wezîfa wê ew e ku xebata dibistanê temam bike û derfeta demeke vala y abi mane û hatina ser xwe bide şagirdan. Di heman demê de gerek e mala demên vala bi awayeke wisa were rêxistinkirin ku dêûbav karibin kar bikin yan jî bixwînin.

Mala demên vala xebata dibistanê bi dû awayan temam dike:

  • Di warê demê de, gava ne li dibistanê ne û di dema tatîlan de şagird qebûl dike.
  • Di warê naverokê de, zanebûn û tecrûbeyên din ku şagird ji dibistanê wernagirin dide wan. Dibistan û mala demên vala bi hev re rê li ber pêşkeftin û hîndekarîya pirralî ya şagird vedikin.

Perwerde gerek e hezkirina şagird ya hînbûnê biparêze. Gerek e ew intrese û tecrûbeyên şagird esas bigire û perwerde li gorî şertên şagird adapte bike.

Mala demên vala seranserê salê vekirî ne. Demên vekirîbûnê yên rojane li gorî kar û xwendina dêûbavan û pêdivîyên şagird hatine sererastkirin.

Mala demên vala gelek caran xebata xwe bi ya dibistanê re koordîne dike. Koordînasyon di warê personel, lokal û xebata pedagojîk de tê kirin. 

Kî/Kê diçin mala demên vala?

Li ser şaredarîyan ferz e ku hetanî zarokên dêûbavên wan kar dikin yan jî dixwînin re hetanî 13 salîya wan derfeta çûna mala demên vala bide. Herweha ev derfet gereke bê dayîn heger ku ji ber rewşeke din ya malbatê pêdivîyeke şagird bi xwe hebe.

Perwerda li mala demên vala gerek e yekser piştî ku dîyar bû pêdivîya şagird heye were pêşkêşkirin. Ev perwerde gerek e li dibistanê yan jî ji dest çiqas tê nêzî dibistanê were pêşkêşkirin.

Şagirdên ku ji ber pirsgirêkên fîzîkî, psîkolojîk yan jî sebebên din ji bo pêşkeftina xwe pêdivîya wan bi desteke taybetî heye gerek e karibin li mala demên vala perwerde bibînin.

Mala demên vala bi çi tê rêvebirin?

Mala demên vala bi qanûna dibistanê tê rêvebirin. Wekî din gerek e mala demên vala hîn beşên plana perwerdeyê ya dibistana bingehî, sinifa pêşdibistanê û ya mala demên vala jî di xebata xwe de pêk bîne. Mala demên vala yên li dibistanên perwerdeya taybetî pêwîst e plana perwerdeyê ya dibistana perwerdeya taybetî pêk bînin.

Xerc û biha

Şaredarî dikarin xerceke maqûl ji bo cihekê li mala demên vala wergirin. Hemû dibistan sîstemeke bihaya herî bilind (maxtaxa) bikar tînin. Bihaya herî bilind tê wê maneyê ku binbanîyek ya xerca herî zêde bilind ji bo malbatên cuda tê danîn.