Dibistana Swêdî ya ji bo kesên nûhatî

skolverket.se

Dibistana swêdî ev e

Zaroka te dikare ji roja ku 1 salîya xwe tije dike biçe pêşdibistanê  Li pêşdibistanê lîstin girîng e. Dema zarok dibe 6 salî dikare dest bi sinifa pêşdibistanî bike. Çûna hem pêşdibistan û hem jî sinifa pêşdibistanî bi dilxwazî ye.

Hemû zarok ji 7 salî û pê ve diçin dibistana bingehî ya ku mecbûrî ye. Erka dibistanê ji bo sinifên 1-9 derbas dibe, yanî neh sal.  

Piranîya ciwanan pişt re sê salen din jî diçin lîseyê. Kesên nû hatine Swêdê xwedîyê wî mafî ne ku piştî wergirtina destûra rûniştinê ya daîmî hetanî dawîbûna wê dewreya biharê ya ku temenê 20 salî tije dikin dest bi lîseyê bikin; penaxwaz, berîya 18 salî tije bikin. Lê ji bo notên pejirandî hin şert têne ferz kirin. Lîse dikare şagird hem amadeyê zaningeh û dibistana bilind û hem jî xebata yekser bike. 

Fîlma li ser dibistana swêdî  

Fîlm wêneyeke gîştî ya li ser bingehên sîstema dibistana swêdî pêşkêş dike.